Serokwezîrê Îraqê gehêşte Franseyê

daxwaza hevkariya darayî bo Îraqê dike.
کوردستان TV
100%

Biryare serdana çend welatên din jî bike.

Îro nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê belav kiriye ku serdana Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bo welatên Ewrûpî destpê kiriye.

Li gor daxuyaniya han, îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî gehêştiye Franseyê û ji aliyê rayedarên Franseyê ve hatiye pêşwazîkirin.

Biryare Kazimî li gel rayedarên Franseyê bicive û behsa têkiliyên navbera Îraq û Franseyê bike û herwiha daxwaz ji Franseyê bike daku di warê darayî de hevkariya Îraqê bike.

Nivîsîngehê diyar kiriye ku Kazimî piştî bi dawî hatina civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Fransî vê serdana Almanya û Brîtanyayê jî bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.