12 kes di encama tawanê de hatine kuştin
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ku derbarê tawana duhê ya li navçeya Ferhatiye ya li Parêzgeha Selahedînê de çê bibû, bi tundî ew tawana han mehkûm kir.
Serokê herêma Kurdistanê herwiha eşkere kiriye ku lazime sînorek bo wan kes û aliyan were danîn ku bûne sedema metirsî û gefan li ser xelkê.
Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye: Bi tundî ew êrîşa han ya hovane ku bûye sedema kuştina çend welatiyan mehkûm dikim û hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyan diyar dikim.
Barzanî herwiha daxwaz ji aliyê têkildar kiriye daku sînorek bo wan kes û aliyan ku bûne sedema gef û metirsiyan bo ser welatiyan were danîn û daxwaz kiriye aliyên têkildar rola xwe bilîzin û bikerên kiriyara duhê ya terorîstî ya li Ferhatiye destgîr û radestî dadgehê bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin