Bexda rêkeftineke xwe li gel Enqere hilweşand

duhê jî daxwaz ji Kazimî hatibû kirin serdana Tirkiyeyê bike.
کوردستان TV
100%

Ew rêkeftin derbarê nûjen kirina wêstgeheke gazê de bûye.

Wezîrê petrolê yê Îraqê Îhsan Ebdulcebar îro pêncşem ragihand ku bi biryara hikûmetê, rêkeftina nûjen kirina wêstgeha gazê ya Mensûriye yaku li gel kompaniyeke Tirkî hatibû îmzekirin, hatiye hilweşandin.

Ebdulcebar eşkere kiriye ku niha hikûmeta Îraqê li pey kompaniyek digere daku bikarêbe rêkeftineke nû li gel bo nûjen kirina wêstgeha han îmze bike.

Hilweşandina wê rêkeftina han di demekê de tê ku duhê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bi fermî daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kiribû daku serdana Enqereyê bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.