Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Brîtanyayê civiya.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê civiya û piştî civînê de derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe wisa nivîsand:
Îro çarşem 14ê Cotmeha 2020an me pêşwaziya balozê Brîtanya yê li Bexdayê Stephen Hickey kir.
Di civînê de me behsa guhertin û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê û herwiha geşe pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê kir.
Me tekez li ser girîngiya aramiya rewşa Îraqê û çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûra Îraqê kir.
Balyozê Brîtanyayê Stephen Hickey piştîvaniya xwe bo rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê weke bingehek bo aramî û awedan kirina devera Şingalê û vegera awareyan bo deverên xwe diyar kir.
Herwiha me behsa berdewamiya prosesa reforman ya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayek ku bibe sedema pir reng kirina çavkaniyên dahatê û bihêztir kirina jêrxana abûriya herêma Kurdistanê kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin