Erebên hawirde dixwazên gundên Kurdan dagîr bikin.
Di çarçoveya hewldanên Erebên hawirde de yên ku bi piştîvaniya artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî tên dayîn, îro careke din hijmarek Erebên hawirde xwestine gundeke Kurdan li devera Pilekane dagîr bikin.
Dema erebên hawirde çûne deverê û xwestin gundê dagîr bikin, şênî û Cotkarên Kurd yên gundê bi dar û beran li berdem wan rawestan û rê nedan Erebên hawirde gud û zeviyên wan dagîr bikin.
Şêniyên Kurd yên deverê behsa wê yekê dikin ku erebên hawirde her roj hewl bo dagîr kirina gundekê didin lewre daxwaza hevkariya bilez ji hikûmet û xelkê Kurdistanê dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin