Mihwerên Diyala û Xaneqînê bi hevbeşî tên parastin.
Piştî civîna hevbeş ya şanda wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê ya li Bexdayê yaku duhê hatibû lidarxistin, Serokerkanê wezareta pêşmerge daxuyaniyek da.
Serokerkanê wezaretê Pêşmerge Cemal Êmînkî ragihand ku wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê li ser parastina mihwerên Diyala û mihwerên yek û du yên Xaneqînê bi hevbeşî li hev kirine.
Êmînkî herwiha diyar kir ku çend rêkeftinên din di navbera wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê de hatine îmzekirin û li gor wan rêkeftinan du navendên hemahengiya hevbeş têne avakirin û di dawiya wê mehê de jî dest bikarên xwe dikin.
Nav hatî eşkere kiriye ku civîn û hevdîtinên navbera wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê berdewam dibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin