Serokwezîrê Îraqê serdana welatên Ewrûpî dike

daxwaza piştîvaniya darayî ji Îraqê dike.
کوردستان TV
100%

Kazimî di nava çen rojên pêş de serdana sê welatan dike.

Rojnameya Erebî ya Elcedîd li ser zarê berpirsekî bilind yê li Bexdayê balav kir ku di nava çend rojên pêşiya me de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî serdana her yek ji Franse, Almanya û Brîtanyayê dike.

Çavkanî eşkere kiriye ku Kazimî di serdana han de hevdem li gel giftûgo kirin derbarê têkiliyên navbera Îraq û wan welatan de, daxwaz ji rayedarên wan welatan dike daku di warê darayî de piştîvaniya Îraqê bikin.

Kazimî herwiha bo rûbirû bûna Koronayê û metirsiyên DIŞIê daxwaza hevkarî û piştîvaniyê ji wan welatan dike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.