Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku di operasyona YAT û Hêzên Koalîsyonê Navneteweyî li herêma Dêrazorê de, 19 çete hatin girtin.
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye: Di roja 10`ê Cotmehê Yekîneyên Antî Teror (YAT) û Hêzên Koalîsyona Navnetewî li bajarokên Dişîşa û Suwar a herêma Dêrazorê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê operasyonek hevpar lidar xistin. Di encama vê operasyonê de 19 çete hatin girtin, gelek cebilxane jî hat desteser kirin.
Cebilxaneyê ku hatiye desteserkirin;
1 Doçka (12.5)
2 B-7
1 AK-47
1 M-16
1 Çekê sekvanî
1 BKC
3 bombe
Gelek fîşek û jarjor.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin