Kompanyayên biyanî ji ber êrîşên milîsan ji başûrê Iraqê derdikevin

jiber gef û zextên li ser wan, ji xwe ditirsin.
کوردستان TV
100%

Pisporê abûriyê Remenzan el Bedran dibêje ji ber êrîşên milîsan û çekdarên eşîran kompanyayên biyanî ji başûrê Iraqê derdikevin.

Îro  yekşemê 11.10.2020an Remezan el Bedran di hevpeyvînekê ligel BasNewsê de got: “Hejmarek ji rêveberên kompaniyayên biyanî li parêzgehên başûrê Iraqê,rastî zext û êrîşên milis, eşîr û hinek hizbên siyasî bûne. Ji ber parastina can û malên xwe berpirsên wan kompaniyan ji Iraqê derdikevin. Piştî rûdawa kompaniyaya Dayo li  bêndera Faw, gelek pirsiyar çêbûn û egera kuştina berpirsên din ê kompanyayên din jî çêbûye. “

Herwiha Remezan el Bedran dibêje bi awayekî giştî wê rûdawa di tesîreke mezin wê li ser Iraqê bike di warê weberhênanê de.

Bi destkarî ve ji basnewsê hatiye wergirtin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.