Dibêje deriyê bo çareser kirina tevahiya kêşeyan vedike.
Parlementoya Kurdistanê derbarê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de ya derbarê Şingalê û normal kirina rewşa Şingalê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya han de Parlementoya Kurdistanê diyar kiriye ku ew rêkeftina han gelek girînge jiber ku deriya vekirina tevahiya kêşeyên din ve dike.
Di berdewamiya daxuyaniyê de parlemento behsa wê yekê kiriye ku ew rêkeftina han derfet û rê bo çareser kirina kêşeyên taybet bi deverên din yên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê xweş dike û hêvî xwestiye ku rêkeftinên wisa derbarê deverên din yên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê werin îmzekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin