Li Îranê, hêzên Êtîla’ata di 6ê vê mehê de, du jinên Kurd ên bi navê “Endîşe Sedirî û Neda Pîrxiziryan” li navenda bajarê Tehranê girtin û ew birin cîyekî nediyar. Sedema girtinê heta niha jî nayê zanîn.
Li gor Rêxistina Hengaw a Mafên Mirova li Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, “Endîşe Sedirî û Neda Pîrxiziryan” ji şêniyên bajarê Sine ê Rojhilata Kurdistanê ne û ev sûça ji bo wan hatîye rêxistin, Hengaw nikariye rastiya wê bizane.
Herwiha tê zanîn “Endîşe Sedirî” xwendkara beşa hunera şêwekariyê ye û piştî girtina wê, ew birine ciyekî nediyar.
Ji peyamakurd hatiye wergirtin.
N: E, G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin