Serok Barzanî derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyamekê de derbarê îmze kirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de peyamek belav kir û di peyamê de Serok Barzanî nivîsandiye; Spasiya her du hikûmetên herêm û Bexdayê dikim bo îmze kirina rêkeftina han, ew rêkeftin pêngaveke rast û erêniye û bandoreke gelek baş li ser normal kirina jiyana şêniyên deverê dibe.
Serok Barzanî herwiha nivîsandiye ew rêkeftina han dibe sedema kêm kirina êş û azarên xuşik û birayên Êzidî û derfetê bo vegera wan bo ser mal û milkên wan xweş dike.
Serok Barzanî herwiha hêvî xwestiye ku ew rêkeftina han pêngava yekem be bo çareser kirina tevahiya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin