Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê, di 24 demjimêrên bihorî de kesekî bi Coronayê canê xwe ji dest da û 112 kes jî bi vê vîrusê ketine.
Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Coronayê belav kir û hevserokê vê desteyê, Dr. Ciwan Mistefa ragihand, kesê ku jiyana xwe ji dest daye, zilamekî ji Hesekê ye.
Di nava 24 seatan de 14 kes baş bûne û bi wê awayî heta niha bi giştî 530 kes baş bûne, 74 kesan canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin