Li Îranê 230 kesên din bi Koronayê mirin

zêdetir ji 23 hezar kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

 Li Îranê 230 kesên din bi Koronayê mirin û bi hezaran kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 4 hezar û 392 kes li wî welatî bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 488 hezar û 236 kesan.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 230 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 27 hezar û 888 kesan.

Herwiha jêderên herêmî behsa wê yekê jî dikin ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî rewş gelek aloze û rojbiroj hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin û kesên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest didin di zêdebûnê deye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.