Navendên du partiyan hatin şewitandin

ev cara sêyeme ku li Nasiriyeyê navendên aliyên siyasî tên şewitandin.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev ji aliyê xwepîşanderan ve hatine şewitandin.

Duhê bi şev hijmareke zêde şêniyên bajarê Nasiriye ya li Parêzgeha Zîqarê xwepîşandaneke berfire lidar xistin.

Di xwepîşandanê de ku daxwaza baştir kirina rewşa heyî û pêşkêş kirina xizmetgozariyan dihate kirin, xwepîşander êrîşî ser navendên du partiyên siyasî yên şîeyên Îraqê kirin û agir bi wan her du navendan berdan.

Hate zanîn ku ew her du navendên ku hatine şewitandin ya tevgera Bedir û tevgera hikme bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.