Bexda û Hewlêr li ser Şingalê lihev dikin

di demeke nêz de nexşerê tê cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Di demeke nêz de wê rêkeftin were cîhbicîhkirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku roja duşemê li Parlementoya Kurdistanê gotarek pêşkêş kir, diyar kiribû ku Hewlêr û Bexda li ser normal kirin û baştir kirina rewşa Şingalê gehêştine lihevkirinekê û wê di demeke nêz de rêkeftin jî were kirin û ew rêkeftin jî bi beşdariya her sê aliyan, Hewlêr, Bexda û şêniyên Şingalê, were cîhbicîhkirin.

Mesrûr Barzanî anî ziman kudi sala 2017an de li ser daxwaza şêniyên Şingalê, hikûmeta herêmê ji îdareya Şingalê vekêşaye iber ku Şêniyên Şingalê nedixwastin careke din li deverê şer çê bibe.

Şêwirmendê Serokwezîr Şêx Şamo eşkere kiriye ku ew peyama han ya Serokwezîr gelek girînge û niha Hewlêr û Bexda bo normal kirin û baştir kirina rewşa Şingalê û herwiha afirandina derfeteke baş bo vegereke birûmet ya Şingaliyan bo ser malên xwe, diyaloga xwe didomînin û her du alî li ser nexşerêyekê lihev kirine û di demeke nêz de ew nexşerê tê cîhbîchkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.