Jiber nediyar bûna çarenivîsa xwe ew çalakî pêk aniye.
Girtiyê siyasî yê Kurd bi navê Adil Mukerem li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê dest bi çalakiya dûrîna lêvên xwe û greva birçî bûnê kiriye.
Adil Mukerem ku demeke dirêje li girtîgeha Urmiyeyê ye, jiber nediyar bûna çarenivîsa xwe dest bi çalakiya dûrîna lêvên xwe û greva birçî bûnê kiriye.
Mukerem temen 30 sale û xelkê Urmiyeyê ye û zêdetir ji 10 mehane ku li girtîgeha Urmiyeyê girtiye.
Navenda Hengawê bo mafên mirovan diyar kiriye ku nav hatî beriya 10 mehan li sînorê bajarê Xoy ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû girtin û pişt re jî radestî hêzên ewlekarî yên Îraqê hatibû kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin