Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 48 kesên din bi koronayê ketin

heta niha 69 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku kesekî din bi koronayê jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê ku bi koronayê miriye mêr e û li kampa Holê dimîne. Her wiha da zanîn ku 48 kesên din bi koronayê ketin ji wan 29 mêr in û 19 jî jin in.

Her wiha Mistefa eşkere kir ku 10 kes jî ji koronayê baş bûne.

Bi vî awayî hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîşt hezar û 839 kesan, ji wan 69 kesan jiyana xwe ji dest daye û 486 jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.