Mistefa Kazimî: Min îdareyeke bêserûber wergirt

dibêje Îraq di dîroka xwe de qirîzek weke qirîza niha nedîtiye.
کوردستان TV
100%

Dibêje xezêneya dewletê jî boş bû.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di hevpeyvîneke xwe de ya li gel kanaleke Îraqî de behsa wê yekê kiriye ku dema bûye Serokwezîrê Îraqê îdareya bêserûber û hikûmdariyeke faşil wergirtiye.

Kazimî herwiha eşkere kiriye xezêneya dewletê jî boş û vala bûye û bi wê rengî weke Serokwezîr dest bi îdare kirina Îraqê kiriye.

Kazimî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kiriye ku îdareya Îraqê gelek faşil û kêrnehatî bûye û di warê abûrî de tenê pişt bi petrol û dahata petrolê girê dabû.

Serokwezîrê Îraqê di beşeke din ji hevpeyîna xwe de diyar kiriye ku di nava destûra Îraqê de hatiye ku lazime hikûmeta Îraqê bo xizmet kirina welatiyên Îraqî û parastina berejwendiyên Îraqê têkiliyên xwe li gel welatên din bi taybetî welatên cîran re baş bike, têkiliyên li gel Amerîkayê jî di heman çarçoveyê dene.

Kazimî tekez li ser wê yekê kiriye ku girtina balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û vekêşîna Amerîkayê ji Bexdayê wê gelek ziraran bide Îraqê.

Mistefa behsa gendiliyê di nava hikûmetên berê de kiriye û daye zanîn ku ew kesên ku gendelî kirine niha nikarin li gel hikûmetê pêk werin.

Nav hatî behsa wê yekê kiriye ku rewşa niha ya dijwar ya Îraqê encama siyasetên şaş û îdare kirina şaş ya welate û Îraq heta niha qirîza bi wê rengî nedîtiye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.