Pêla sêyem ya Koronayê li Îraqê destpê kiriye

heta niha nêzî 10 hezar kesan canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Saziya tendirostiya cîhanî dibêje li Îraqê pêla sêyem ya Koronayê destpê kiriye.

Saziya tendirostiya cîhanî di daxuyaniyekê de derbarê rewşa tendirostiya cîhanî de ragihand ku niha li Îraqê pêla sêyem ya Koronayê destpê kiriye.

Di berdewamiya daxuyaniya han de saziya tendirostiya cîhanî huşdarî daye Îraqê ku lazime tedbîrên pêwîst bistîne jiber ku di pêla sêyem de wê gelek kes bi Koronayê bikevin.

Li gor amarên dawî yên ku wezareta tendirostiya Îraqê belav kirine heta niha 375 hezar û 931 kes bi Koronayê ketine û 9 hezar û 347 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.