Mimkune li Îraqê dîsa qedexeya seraserî were ragihandin

dibêje mimkune rojane zêdetir ji 10 hezar kesan bi Koronayê bikevin.
کوردستان TV
100%

Eger hijmara pêketiyên Koronayê zêde bibe wê qedexe were ragihandin.

Endamê komîteya qirîzan ya Îraqê Cewad Mûsewî ragihand ku eger di rojên pêş de hijmara kesên ku li Îraqê bi Koronayê dikevin zêdetir bibe, wê demê em neçarin bo parastina selametiya welatiyan li Îraqê dîsa qedexeya hatûçû ya seraserî ragehînin.

Mûsewî eşkere kiriye ku eger rewşa heyî wisa be wê di mehên 11 û 12ê de rojane 10 heta 20 hezar kes bi Koronayê bikevin lewre bo pêşî girtin ji rûdaweke wisa mimkune em neçar bin daku di wan deman deqedexeya seraserî ragehînin.

Hêjayê gotinê ye ku niha rojane li Îraqê zêdetir ji 3 hezar kesan bi Koronayê dikevin û nêzî 100 kesan jî canê xwe ji dest didin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.