24 welatiyên din canê xwe ji dest dan

heta niha zêdetir ji 1500 kesan canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê hatin belav kirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya han di nava 24 seatan de li Kurdistanê bi giştî 673 kes bi Koronayê ketine ku piraniya wan li Hewlêrê ne ku 297 kese.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 24 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 47 hezar û 810 kes bi Koronayê ketine, 30 hezar û 605 kes baş bûne û 1749 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.