Îran gotinên rayedarên Tirkiyeyê direwand

duhê Tirkiye gotibû Îran çek bo Ermenistanê dişîne.
کوردستان TV
100%

Duhê rayedarên Tirkiyeyê gotibûnji Îranê çek bo Ermenistanê tê şandin.

Piştî ku duhê rayedarên Tirkiyeyê îdîa kiribûn ku Rûsye bi rêya axa Îranê çek û cebelxane bo Ermenistanê vediguhêze, îro Îran ew nûçe û îdîayên han direwandin.

Di wê derbarê de Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku liv û tevgerên bazirganî yên di navbera Îran û welatên cîran de didomin û rojane ew liv û tevgerên han tên dîtin.

Xetîbzade got: Ew liv û tevgerên tirimbîlan ku li ser cadeyan hatine dîtin û rayedarênTirkiyeyê dibêjin çeke ku bo Ermenistanê tê şandin, liv û tevgerên bazirganî ne û Îran ne bo xwe çek bo Ermenistanê şandiye û ne jî rê daye ti aliyeke din ku bi rêya axa Îranê çek ji cîheke din re bişîne.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.