Serokê herêmê li gel wezîrê berevanî yê Îtalyayê civiya

tekez li ser girîngiya mayîna hevpeymaniya cîhanî li Îraqê kirin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Îtalyayê duhê bi şev gehêştibû Hewlêrê.

Îro sêşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini kir.

Di destpêka civînê de behsa rewşa ewlekarî ya giştî ya Îraqê û gefên komên çekdar li tîmên dîplomatîk yên welatên biyanî û liv û tevgerên terorîstên DIŞIê hate kirin.

Her di heman civînê de Nêçîrvan Barzanî û Lorenzo Guerini tekez li ser girîngiya hemahengiya zêdetir ya di navbera hevpeymaniya cîhanî û Îraqê û mayîn hêzên hevpeymaniya cîhanî li Îraqê heta dema ji nav birina yekcarî ya terorîstên DIŞIê kir.

Her li ser wê mijarê her du alî li ser wê yekê hem firkir bûn ku hîn jî Îraq û herêma Kurdistanê pêdiviya xwe bi mayîna hêzên hevpeymaniya cîhanî heye, û wezîrê berevanî yê Îtalyayê diyar kir ku welatê wî berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistan û Îraqê.

Di berdewamiya civînê de Serokê herêma Kurdistanê jî spasiya xelkê Kurdistanê pêşkêşî gel û hikûmeta Îtalyayê kir ku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de dişerê dijî DIŞIê de piştîvanî û hevkariya Kurdistanê kiriye. Hewriha spasiya parlementoya Îtalyayê jî kir ku biryara dirêj kirina dema pîwerdariya hêzên Îtalî li Îraqê pejirandiye.

Derbarê rewşa Îraqê de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku em bi dilgiranî ve li rewşa han û pêşhatên ewlekarî yên li Îraqê dinirên û bi taybetî gefên komên çekdar li tîmên dîplomatîkî û got: Erkê hevpeymaniya cîhanî û tîmên dîplomatîkî hevkarî kirina Îraqê ye ku ew jî gelek girînge, lewre lazime selametiya wan were parastin û Kurdistanê jî piştîvaniya her cure pêngaveke Serokwezîr ya bo parastina rewşa ewlekarî û ewlekariya wan tîmên dîplomatîkî dike.

Belav bûna Koronayê û ezmûna Îtalyayê ya bo rûbirû bûna Koronayê mijarên din yên wê civînê bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.