Roja yekşemê hêzên Tirkî êrîşî ser Şivanê Kurd kirine.
Li gor zaniyariyên berdest, roja yekşem hêzên ser bi artêşa Tirkiyeyê li Bakûrê Kurdistanê êrîşî ser Şivanekî Kurd ku mişxûlî çerandina pezên xwe bûye kirine û di encama êrîşê de şivanê Kurd canê xwe ji dest daye.
Bûyer li devereke ser bi Parêzgeha Qeris ya Bakûrê Kurdistanê qewmiye û şivanê kuştî jî navê xwe Reza Qûlkanû ye û şêniyê gundê Zelkeya serê ya ser bi Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Nav hatî bo dabîn kirina jiyana xwe jiber bêkariyê çûye Bakûrê Kurdistanê û karê şivantî kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin