Hejmara pêketiyên Korona 33 mîlyon derbaz kir

Amerîka û Hindistan di rêza yekem dene.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona 33 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 33,082,994 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan pirtir ji 7,1 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 6 mîlyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi 4,7 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 997,799 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi pirtir ji 204 hezar mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 141,741 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4739 kes bi wê mirine.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.