Balyozê Amerîkayê li Bexda der çû

beriya niha Amerîka rayedarên Îraqê hayedar kiribû.
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyan hatiye Hewlêrê.

Kanala SKY news belav kiriye ku piştî hayedar kirina rayedarên Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve ya derbarê amadekariyên Amerîkayê yên bo daxistina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê, balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê, ji Bexda derçûye û çûye Hewlêrê.

SKYnews li ser zarê çend rayedarên Îraqî belav kiriye ku zaniyariya pilana êrîş kirine ser balyozxaneya Amerîkayê û dîlgirtina karmendên balyozxaneyê, gehêştine destê Amerîkayê, Amerîka jî daxwaz ji Îraqê kiriye û tedbîrên pêwîst bistîne.

Herwiha çavkanî diyar kiriye ku Amerîka balyozxaneya xwe ya li Bexdayê dadixe û beşek ji karmend û tîma balyozxaneyê li Hewlêrê bicîh dike û beşeke din jî vedigerîne Amerîkayê.

Weke tê zanîn beriya çend rojan jî wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo huşdarî dabû hikûmeta Îraqê daku ewlekariya hêzên Amerîkî û dîplomatan biparêze beruvajî wê Amerîka balyozxaneya xwe li Bexdayê daxe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.