Îro yekşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke hikûmeta Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro yekşem 27/9/2020an me pêşwaziya şandeke hikûmeta federalî bi Serokatiya Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Elerecî kir.
Di civînê de ku wezîrê navxwe jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên Îraqê û girîngiya hemahengiya ewlekarî ya di navbera artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge de kir. Bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê bo rûbirû bûna metirsî û gefên terorîstên DIŞIê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin