Serokwezîr daxwaza civîneke taybet ji Parlementoyê dike

dixwaze derbarê hin mijaran de gotarek pêşkêş bike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê dixwaze derbarê hin mijaran de tiştan bêje.

Duhê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji parlementoya Kurdistanê kir daku li gor zagonên navxweyî, civîneke taybet lidar bixe.

Serokwezîrê Kurdistanê ji Serokatiya parlementoyê re gotiye ku dixwaze derbarê hin mijaran weke, cîhbicîh kirina prosesa reforman, encamên danûstandinên li gel hikûmeta federalî, rewşa niha ya abûrî û tendirostiya Kurdistanê û bandora zêdetir belavbûna Koronayê de di nava parlementoyê de gotarek pêşkêş bike.

Li gor zagonên navxweyî yên parlementoyê, lazime heta 14 rojan parlemen ew civîna han lidar bixe.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.