Di nava 24 seatan de 33 kes canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê derbarê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belavkir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatan de 520 welatiyên din bi Koronayê ketine û 33 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 271 kese.
Heta niha 45 hezar û 215 kes bi Koronayê ketine û hezar û 650 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin