Îmarat bi fermî daxwaz ji Amerîkayê kiriye daku F35 pê bifiroşe.
Îmarat piştî çend rojan ji îmze kirina rêkeftina normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê daxwazek pêşkêşî Amerîkayê kiriye.
Li gor nûçeyeke anjansa Bloombergê, hikûmeta Îmaratê piştî çen rojan ji normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê, daxwaz ji Amerîkayê kiriye daku çend balefirên şer yên F35 bifiroşe Îmaratê.
Heta niha ne rayedarên Îmaratê û ne jî yên Amerîkayê li ser wê mijarê ti daxuyanî nedane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin