Nûrî Malikî: Ti liv û tevgereke me dijî Kazimî tuneye

kanala Erebiye gotibû derbeya leşkerî tê kirin.
کوردستان TV
100%

Dihat îdîa kirin ku hewil tê dayîn li dijî Kazimî derbeya leşkerî were kirin.

Çapemeniya Îraqê belav kiribû ku hin alî û derdor li Îraqê hewil didin daku bi rêya derbeyeke leşkerî hikûmeta Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî hilweşînin.

Piştî belav bûna wê îdîaya han, nivîsîngeha Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî ku dihat gotin pêşnegiya derbeyê dike daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîsîngeha Malikî de hatiye diyarkirin ku ew li dijî her cure derbeyeke leşkerîne û ti hewldaneke wan ya bo hilweşandina hikûmeta Mistefa Kazimî tuneye.

Herwiha Parlementerekî dewleta qanûnê ya bi Serokatiya Nûrî Malikî binavê Ednan Esedî diyar kiriye ku tişta kanala Erebiye behs dike ( derbeya leşkerî) dûre ji rastî û dewleta qanûnê ti pilaneke wisa tuneye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.