Piraniya wan rastî êrîşên raste rast hatine.
Navenda mafên mirovan ya Hengawî belav kir ku di nava 6 mehên derbasbûyî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 143 Kasibkar û Kolberên Kurd bûne qurbanî.
Li gor raporta navenda Hengawê di nava 6 mehên derbasbûyî de 39 Kasibkar û Kolberên Kurd bi êrîşa raste rast ya çekdarên Îranê hatine kuştin û 104 Kolberên din jî birîndar bûne.
Ji sedî 89 wan bûyeran bi êrîşên raste rast yên çekdarên Îran û Tirkiyeyê pêk hatine.
Herwiha hatiye dayarkirin ku bi giştî 5 Kolber û Kasibkarên Kurd jî ji aliyê çekdarên Tirkiyeyê ve hatine kuştin û 7 Kasibkar û Kolberên din jî bi êrîşa Tirkiyeyê hatine birîndarkirin.
Çar ji wan Kolber û Kasibkarên ku canê xwe ji dest dane temena wan di bin 18 salî de bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin