Li Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê can dan û nêzîkî 700 kesên din jî pê ketin.
Wezareta tendirostiya Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.
Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de 666 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 20 kes jî bi Koronayê mirine.
Wezareta tenduristiyê da zanîn jî, ji duhî de 455 nexweşên Koronayê baş bûne.
Bi hesibandina amarên han re, hejmara pêketiyên Koronayê yên ku heta niha li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, gihîşt 43 hezar û 989 kesan ku 28 hezar û 153 kes ji wan baş bûne û hezar û 592 kes jî mirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin