Li Rojhilatê 16 kes xwe kuştine

temenê du ji wan di bin 18 salan de bûye.
کوردستان TV
100%

Di nava mehekê de 16 kes jiber sedemên curbicur întîhar kirine.

Li gor raporteke nêrîngeha mafên mirovan ya Hengawê di nava mehekê de li bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê de bi giştî 16 kes jiber sedem û arîşeyên curbicur întîhar kirine.

Li gor daxuyaniya han 10 mêr û 6 jin di nava mehekê de dawî bi jiyana xwe anîne ku du ji wan temena wan di bin 18 salan de bûye.

Sedema piraniya wan întîharan kêşeyên malbetî û hejarî ne.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.