Birêya telefûnê bihev re giftûgo kirine.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê peywendiya han ya telefûnî de peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî nivîsandiye: Kêfxweş bûn ku bi rêya telefûnê li gel wezîrê Brîtanyayê yê bo karûbarê Rojhilata Navînû Bakûrê Efrîqayê giftûgo kir. Di peywendiya han ya telefûnî de me behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê kir û ew têkiliyên han weke hertim girîngin.
Mesrûr Barzanî nivîsandiye; Pêşwaziya piştîvaniyên Brîtanyayê yên bo gehêştin bi rêkeftinekê di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de dikim.
Ji aliyê xwe ve jî James Cleverly nivîsandiye: Hebûna têkiliyên bihêz di nabvera Bexda û Hewlêrê de bo aramiya deverê gelek girînge.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin