YE berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Martin Huth û şandeke pê re kir.
Di civînê de balyozê YE rêzdariya xwe ya li hember xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ya bo azadî û demokrasî diyar kir û ragihand ku YE berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî bi awayekî kurt behsa dîroka xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê û ew karestên ku bi ser gelê Kurdistanê de hatine kir û ragihand ku gelê Kurdistanê bo çareser kirina tevahiya kêşe û arîşeyan li gel Bexdayê baweriya xwe bi aştî û diyalogê heye.
Di berdewamiya civînê de her du alî nêrînên xwe yên derbarê prosesa siyasiya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kirin û balkêşandine ser metirsiyên berdem Îraqê û hilbijartinên pêş yên Îraqê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin