Şêniyên Kurd rê nedan Ereb axa wan dagîr bikin

artêşa Îraqê û heşda şebî jî piştîvaniya wan dikin.
کوردستان TV
100%

Ew çend roj bû Ereb dixwestin rûbereke zêde ji erdên gundên Xirabe dagîr bikin.

Di çarçoveya hewldanên Erebên hawirde ( Erebên ku di dema Sedam de li ser axa Kurdistanê hatibûn bicîhkirin) yên bo bi ereb kirina ax û gundên Kurdistanê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê de, çend roj bû ku hijmareke zêde Ereb dixwestin zêdetir ji 150 donim erdên gundê Xirabe dagîr bikin.

Ew erebên han ku çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê jî piştîvaniya wan dikin, îro duşem careke din êrîşî ser gundê Xirabe kirin, lê şêniyên gund bersifa êrîşa wan dan û ew ji gundê xwe dûr kirin û rê nedan ku gundê wan dagîr bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.