Agir bi daristanên Derbendîxanê ketiye

agir ji aliyê xelk û hêzên hawar hatinê ve hatiye temirandin.
کوردستان TV
100%

Di encama agirê de 113 donim daristan şewitîne.

Birêveberatiya jîngehê ya Silêmanî belav kiriye ku di encama du bûyerên agir ketinê de, li deverên çiyayê gulan û gundê Dêwane ya li qezaya derbendîxanê de, zêdetir ji 113 donim daristanên xwezayî yên deverê hatine şewitîn.

Li gor daxuyaniya han, hêzên hawar hatinê, hêzên parastina jîngehê û şêniyên deverê karîne bi hevkariya hev û du pêşî ji zêdetir belavbûna agirê bigirin û agirê temrînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.