Serokwezîrê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî yekîtiya zanayên ola îslamê ya Kurdistanê kir.
Bi minasebeta 50 saliya damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamê ya Kurdistanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta wê peyamê ye;
Birêz Serok û tevahiya endamên mekteba cîbicîhkar û civata navendî ya yekîtiya zanayên olsa îslamê ya Kurdistanê
Di 50 saliya damezrandina yekîtiya han de, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we û tevahiya mamoste û zanayên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.
Zanayên ola îslamê ya Kurdistanê di nava bizava rewşenbîriya Kurdistanê û tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê de xudan roleke gelek girîng bûne, herwiha rola mamoste û zanayên olî ya derbarê pirsên nîştimanî û pêşî girtin ji belav bûna ramana tundrewiyê cîhê rêzdariyê ye.
Hêvî dikim zana û mamosteyên olî berdewam bin li ser rûbirû bûna hizra tundrewiyê û belav kirina peyama lêbûrîn, aştîxwazî û berevanî kirin ji maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê û herwiha hişiyar kirina welatiyan bo pêbend bûn bi şîretên xweparêziyê.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
21ê Îlona 2020an
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin