Serokê parlementoya Îranê rexne li Serokkomar dike

dibêje Serokkomarê Îranê li hember Amerîkayê bêdenge.
کوردستان TV
100%

Serokê parlementoya Îranê dibêje Serokkomar bêdenge.

Serokê parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di gotareke xwe de yaku derbarê dubare danîna dorpêçên ku ji aliyê NY ve dema îmze kirina rêkeftina etomî hatibûn hilweşandin, ji aliyê Amerîkayê ve bi ser Îranê rexne li Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî kir.

Baqir Qalîbaf eşkere kiriye ku her gava hikûmeta Îranê bêdeng anjî bêhelwêst bûye, Amerîka zextên gelek zêdetir xistiye ser çavkaniyên dahata Îranê.

Qalîbaf daxwaz kiriye ku Serokkomar di şûna bêdengiyê, helwesteke tund û destpêşxeriyeke ektîf û bi bandor li hember zêdegaviyên Amerîkayê were raberkirin.

Weke tê zanîn duhê wezîrê derve yê Amerîkayê gotibû ku Amerîka dîsa dorpêçên ku di dema îmze kirina rêkeftina etomî de ji aliyê NY ve hatibûn hilweşandin, dîsa li ser Îranê disepîne.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.