Ew peyam bi minasebeta 50 saliya damezrandina yekîtiya han hatiye pêşkêşkirin.
Duhê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 50 saliya damezrandina yekîtiya zanayên ola Îslamê ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta peyamê ye;
Bi minasebeta 50 saliya damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamê ya Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok û tevahiya endamên yekîtiya han û herwiha zanayên olî yên Kurdistanê dikim.
Zanayên olî di bihêztir kirina bingehîn bihevre jiyanê, aştiya civakî û pêşî girtin ji belav bûna ramana tundrewiyê hertim xudan roleke girîng bûne, e mew rola han bi girîng dizanin û hêviya serkeftinê bo wan dixwazin.
Her bi wê minasebeta han em tekez li ser bihêztir kirina çanda resen ya mirov dostî, aştîxwazî û çanda bihevre jiyana aştiyane û hevûdu qebûlkirinê di navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin