Wezaretê amarên 4 hefteyan belav kir

di nava 4 hefteyan de 507 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Wezaret dibêje di nava 4 hefteyan de 507 welatî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 4 hefteyên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiyê di nava 4 hefteyên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 16 hezar û 207 welatî bi Koronayê ketine.

Herwiha di nava heman demê de bi giştî 11 hezar û 613 kes jî baş bûne û 507 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezaretê diyar kiriye ku amarên herî zêde di nava wan 4 hefteyan de li Dihukê hatine tomarkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.