Li Îranê 144 kesên din canê xwe ji dest dan

heta niha zêdetir ji 23 hezar kesan canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Di nava 24 seatan de zêdetir ji 3 hezar kesan bi Koronayê ketine.

Peyvdara wezareta tendirostiya Îranê Sîma Sadat ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îranê 3 hezar û 49 kesên din bi Koronayê ketine.

Sîma Sadat herwiha eşkere kiriye ku di nava 24 seatên han de 144 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û heta niha li Îranê bi giştî 23 hezar û 952 kes canê xwe ji dest dane.

Herwiha li seraserê Îranê jî bi giştî 416 hezar û 198 kes jî bi Koronayê ketine.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.