Li Rojavayê Kurdistanê 63 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û du kesan jî canê xwe ji dest dan.
Desteya Tendirustiyê ya Rojavayê Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihand.
Li gorî amarên han, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 63 haletên nû yên pêketina bi COVID-19 hatine tomarkirin, ku 30 kes ji wan zilam û yên din jî jin in.
Li gorî amarên han, ew kesên ku bi Koronayê ketine; 6 kes li Hesekê, 8 kes li Qamişlo, 12 kes li Dêrikê, 6 kes li Amûdê, 5 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Çil Axa, kesek li Rimêlanê, 12 kes li Reqayê, 8 kes li Dêrezorê, 2 kes li Kobanî ne û kesek jî li Tebqayê ye.
Li gorî amarên fermî, ji duhî de li Rojava du kesj î bi Koronayê mirine ku her du jî li bajarê Dêrikê ne, yek zilam û yek jî jin e.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin