Sê welatiyên Kurd li Bexdayê hatin serjêkirin.

ew êrîşa hovane duhê bişev li Bexdayê pêk hatiye.
کوردستان TV
100%

 

Ew her sê welatî endamên malbetekêne.

Duhê bi şev li taxa Mensûr ya li Bexdayê, hijmareke çekdarên nenas êrîşî ser malbeteke Kurd kirin.

Ew çekdarên nenas her sê endamên malbetê ser jêkirine.

Malbet ji dayik, bav û keçek pêk hatibû.

Jêder behsa wê yekê dikin ku piştî ser jêkirina dayik û bav, destdirêjî ser keça wan jî kirine û pişt re jî serê wê jî jêkirine.

Hin çalakvanên Îraqî behsa wê yekê dikin ku ew malbeta han hertim piştîvaniya Xwepîşanderên Îraqê kiriye û keça wan jî nûjdar bûye û bi awayekî dilxwaz Xwepîşanderên birîndar derman kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.