Li Îraqê zêdetir ji 4 hezar kesan bi Koronayê ketin

heta niha 8 hezar û 166 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Di nava 24 seatan de 80 kes jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê, di nava 24 seatan de li Îraqê 4 hezar û 224 kesên din bi Koronayê ketine.

Herwiha hate zanîn ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê 80 kesên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îraqê bi giştî 298 hezar û 722 kes bi Koronayê ketine û 8 hezar û 166 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.