Li Rojavayê Kurdistanê 63 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha 46 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin destê Rêveberiya Xweser de bi Koronayê ketine zêdetir bûn. Herî dawî 63 kesên din tûşî vîrusa Koronayê bûn.

Li gor Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 63 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Kesên bi vîrusê ketine, 29 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 3 kes li Til Temirê, 1 kes li Çilaxa, 13 kes li Reqayê, 5 kes li Tebqayê, 1 kes li kampa Holê û 2 kes li Kobaniyê ne.

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihişt 903 kesan, 46 kesan ji wan can dane û 291 kes jî baş bûne.
N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.