Trump: Emê bi tundtirîn awayî bersifa her êrîşekê bidin

dibêje bersifa Amerîkayê gelek dijwar dibe.
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê gef li Îranê dike û dibêje bersifa me hezar qat tundtir be.

Piştî belav bûna nûçeya ku Îran hewl dide daku êrîşî ser Balyozekî Amerîkî li deverê de bike û balyozek bikuje, Serokê Amerîkayê Donald Trump huşdarî daye Îranê.

Trump got: Îstîxbarat li berdestê me deye ku Îran hewl dide di şûna întîqama Qasim Silêmanî de balyozekî Amerîkî bikuje, bila Îran û rayedarên Îranê hayedar bin ku eger tişteke wisa bikin Amerîka bi tundtirîn awayî bersifa Îranê dide û bersifa Amerîkayê hezar carî tundtir ji êrîşa Îranê be.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.