Silavên wezîrê derve yê Amerîkayê gehande Serok Barzanî.
Îro duşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew H. Tueller û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, balyozê Amerîkayê yê li Îraq û silav û rêzên wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo gehande Serok Barzanî û balkêşande ser dostatiya navbera Amerîka û Kurdistanê û got: Kurdistanê di nava navendin girîng yên biryaran ya Amerîkayê de xudan cîheke taybete.
Tueller herwiha eşkere kir ku Amerîka dixwaze di çarçoveya diyaloga steratejîk ya di navbera Amerîka û Îraqê de hevkariya dostên xwe yên li Îraq û Amerîkayê bike, bo çareser kirina kêşeyên heyî û bihêztir kirina dezgehên dewletê li Îraqê de.
Şanda Amerîkî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser dom kirina hemahengî û piştîvaniya Amerîkayê bo hêzên pêşmerge kir.
Di beşeke din ji civînê de Serok Barzanî jî hevdem li gel tekez kirin li ser dostatiya navbera Amerîka û Kurdistanê, spasiya dezgeh û navendên biryarê yên Amerîkayê kir ku girîngî bi Kurdistan û pêgeha Kurdistanê didin.
Serok Barzanî herwiha hêviya serkeftinê bo Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî xwest.
Rewşa siyasî ya deverê, metirsiyên berdem hikûmeta Îraq û hilbijartinên pêş yên Îraqê, bandore Koronayê li ser rewşa abûrî ya Îraqê mijarên din yên civînê bûn û her du alî nêrînên xwe li ser wan mijaran anîn ziman.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin